PeyamaKurd - Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) bo cara yekem ji bo bajarê Tebqa, Qamişlo û ji bo devera Holê Encûmeneke Serbazî ava kir.
Duhî (19.06.2019) bi beşdariya fermandarên leşkerî û ewlehî, rûspiyên êl û eşîrên herêmê, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, Meclisa Malbatên Şehîdan û fermandarên Koalîsyona Navdewletî, HSDê Encûmena Encûmena Leşkerî ya Tebqayê ava kir.
Li bajarê Qamişlo jî, merasîmek bi amadebûna malbatên şehîdan, nûnerên Rêveberiya Xweser û bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo, HSDê Encûmena Leşkerî ya Qamişlo ragihand.
Herwiha li navçeya Til Birakê ji aliyê HSDê ve civînek hat lidarxistin. Di civînê de bi dehan fermandarê HSDê û rûpiyên Ereb ên navçeyên Hol, Til Hemîs û Til Birakê amade bûn û Encûmena Leşkerî ya Holê hat damezrandin.
Li gor berpirsên HSDê, armanc ji avakirina van encûmenan yekxistina tevahiya hêzên deverê û beşdarîkirina serkirdeyên navxweyî di standina biryarê de ye.
Ev yek di demekê de ye, berî çend rojan Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) Encûmena Leşkerî ya Girê Spî jî ava kiribû
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin