Wezîr Soylu û wezîrê Koç û Îltîcayê yê Yûnanistanê Mitrakis civiyan

Wezîr Soylu û wezîrê Koç û Îltîcayê yê Yûnanistanê Mitrakis civiyan

PeyamaKurd – Wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Suleyman Soylu û wezîrê Koç û Îltîcayê yê Yûnanistanê Notis Mitrakis li bajarê Hatayê hevdîtinekî kirin. Di hevdîtinê de Soylu weha got:

“Di rojên erdhejê yên ewilî de 133 tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên Yûnanistanê, di vê wexta me ya zor de bi me re bûn. Di peyde ji 700an zêdetir ji me re konan şand. Sipasiya xwe ji xelkê Yûnan û hukumeta Yûnanistanê re dikim.”

Wezîrê Yûnanistanê Notis Mitrakis jî di axaftina xwe weha got:

“Tişta bala min kişand ew bû ku dewlet û hukumeta  Tirkiyê gelek zû tevgeriya. Di temamê dinyayê de kêm tê dîtin ku piştî afetê 2 meh di şûnde karibin çareseriyên demkî bibînin.”

Her dû wezîr piştî li navenda koordinasyona AFAD ê bi serê xwe hevdîtin kirin, ragihandinên xwe yên li jorê kirin.

Li ser xebatên herêma erdhejê, Soylu, behsa xebatên li herêma erdhejê jî kir û got:

“Heya niha me 650 hezar kon vegirt û 50 hezar konteyniran danî. Li dora 20 hezar tuwaletên seyyar, 10 hezar serşoyên seyyar me ava kir. Rojane bi milyonan xwarin li herêmê tê dayîn û dewam dike. Ji ber em di meha Remezanê de ne, me ji wezîr re ragihand  ku di wextê fetar û sahorê de jî em amadekariya xwarina mexdûran dikin. Wezîr xebatên rakirina enkazan ji hewa û ji erdê de jî dît. Rojane di karê enkazan de 13 hezar kamyon dixebitin.

Me ji Çînê 65 hezar konteynirên ku qat dibin anî. Danînên konteyniran wê li gundan be û heya 10-15 rojan dewam bike. Ji ber wê, me ji Çînê van cûre konteyniran anî ku li Tirkiyê tine ne. Em destşo û tuwaletên seyyar datînin cem wan. Metbexa wan jî.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin