PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Hezîranê pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Derve yê Yunanistanê Harry Theoharis kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî civînê ragihand, “Di hevdîtinê de, her du alî li ser girîngiya xurtkirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Yunanistanê di warên cuda cuda de hevnerîn bûn; bi taybetî tekezî li ser xurtkirina peywendiyên dualî di warên wekî pevguhartina bazirganî, geştyarî, çand, şûnwar û tenduristiya de.”
Hate diyarkirin ku di beşeke din a civînê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser guhertin û pêşhatên rewşa giştî ya Iraqê û deverê li hev guhertin û tekezî li ser girîngiya parastina ewlehî û aramiya herêmê kir.