PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştî ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden ji namzediya hilbijartinên serokatiyê vekişiya daxuyanî da û got: "Kî bibe serok jî, Îsraîl hevalbendê herî bihêz ê DYAyê ye."
Li gorî nûçeya The Times of Israel, Netanyahu berî serdana xwe ya Washingtonê, di derbarê vekişîna Biden a ji namzediya hilbijartinên serokatiya DYAyê de nirxandinan kir.
Netanyahu di nirxandina xwe de ji ber ku ji 7ê Cotmehê vir ve, di hêrişên Îsraîlê yên li dijî Xêza Xezzeyê de piştgirî daye Îsraîlê spasiya Biden kir û diyar kir ku ew hêvî dike ku di vê serdana xwe ya Washingtonê de bi Biden re hevdîtinekê bike.
Netanyahu got: "Ji ber karên ku wî di dirêjahiya kariyera xwe de ji bo Îsraîlê kiriye, serdana min a Washingtonê, wê derfet peyda bike ku ez Biden bibînim û spasiya wî bikim."
Netanyahu diyar kir ku wê di çarçoveya serdana xwe de geşedanên piştî hêrişên 7ê Cotmehê bêne gotûbêjkirin û got: "Ez ê bi Biden re li ser rizgarkirina dîlên Îsraîlî, têkbirina Hemasê, rûbirûbûna eksena terorê ya Îranê û dabînkirina ewlehiyê gotûbêj bikin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin