Esed ji eskerên firarî re efû derxist

Esed ji eskerên firarî re efû derxist

PeyamaKurd - Hikûmeta Sûriyeyê ji eskerên firarî re efûyek taybet derxist. Efû ya ku li ser hesabê Serokê Sûriyê Beşar Esed hat ragihandin, penaberên li welatên cîran jî digire nav xwe.    

Hikûmeta Sûriyê ji bo kesên di wextê şerê navxweyî de ji eskeriyê firar kirine û ewên ji ber eskeriya mecbûrî xwe dane alî efûyeke nû derxist.

Ji bo sûdwergirtina ji efûya hatiye derxistin de bo firariyên li nav Sûriyê çar meh, ji bo yên li derveyê Sûriyê jî şeş meh wext hat danîn.  

Li gor vê yekê kesên di wext de xwe radest bike dê tu sizayî nestîne. Efû kesên ku tevlî raperînê bûne nagire nav xwe.  

Li gor yasayên Sûriyê fîrariyên eskeriyê sizayên giran distendin. Tê gotin ku li ser daxwaza saziyên alîkariyê yên navnetewî ev biryar hatiye stendin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin