PeyamaKurd- Trump di salvegera êrîşên 11 ê êlûnê ya ku ji aliyê El Qaîde de hatibû kirin, tevlî merasima bîranînê ya li Pentagonê bû û bi awayeka tund fikra xwe got:
“Bi çi sedemê dibe bila bibe, eger El Qaîde were welatê me, em ê herin ciyên ku ew lêne û miqdarê ku heya niha me qewetê bikar neaniyê, em ê li wê derê bikarbînin. Tew ez behsa hêza nukleerî nakim. Wê tiştên wisa bibînin ku heya niha nedîtine. Di dinyayê de ti dijminekî, şiyanên me yên ku her diçe mezin dibin û bi qudreta me re nikare serî derê.”
Di merasimê de serokê Amerîkayê Trump, hevjîna wî Melanie Trump, wezîrê bergiriyê Mark Esper, serokerkan Orgeneral Joseph Dunford, kesên ku di êrîşê de mirovên xwe wenda kiribûn û gelek fermandar hebûn.
Di sala 2001an de, di 11ê êlûnê de El Qaîde 4 balafiran revandibû û 2 heb ji wan li qûleyên cêwî xistibû ku navenda bazirganiya Amerîkayê bûn. Balafireka dinê Pentagonê xistibû hedefa xwe û ya 4 ê li gundên Pensîlvanyayê ji aliyê balafirên F-16an de hatibû xistin.
Di encamê de di qûleyan de an ku navenda bazirganî de 2 hezar 606 kes, li Pentagonê 125 kes û di balafirên ku hatibûn revandin de 246 kes miribûn. 19 kes jî terorîst bûn ku dike 2 hezar û 996 kes.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin