PeyamaKurd - Tenduristiya Hewlêrê ragihand ku 6 kesên din yên ku bi vîrusa koronayê ketibûn, baş bûne.
Berpirsê giştî yê tenduristiya Hewlêrê, Dr. Dilovan Mihemed da xuyakirin, 6 kesên din yên ku bi vîrusa koronayê ketibûn baş bûne û biryar hatiye dayîn ji nexweşxanê bên derxistin.
Dr. Dilovan Mihemed da zanîn, hejmara nexweşên Covid-19 ku baş bûne, gihîşt 184 kesan.
Herwiha li bajarê Kerkûkê jî 3 kesên din yên ku bi vîrusa koronayê ketibûn, baş bûn.
Li gorî ragihandina Berdevkê Tenduristiya Kerkûkê, Saman Yabe îro Pêncşemê 3 nexweşên din yên koronayê baş bûn û ji nexweşxanê derketin.
Saman Yabe got, bi giştî li Kerkûkê 65 kes bi vîrusa koronayê ketibûn ku 29 ji wan baş bûne, 2 kes mirine û 34 kes jî li nexweşxaneyan hatine razandin.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê jî ragihandiye ku di 24 saetan de hezar û 141 pişkinîn hatine kirin û tu haleteke nû ya koronayê nehatiye tomarkirin.
Li Herêma Kurdistanê heta niha 48 hezar û 804 testên vîrusa koronayê hatine kirin û 391 haletên tûşbûna koronayê hatine tomarkirin ku ji wan 350 kes baş bûne, 5 kes mirine û 36 kes jî li nexweşxaneyan in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin