PeyamaKurd – Hat ragihandin ku balafirên şer ên Tirkiyê, îro piştî nîvro gundekî nehîyeya Çemankê yên Amediyê bombebaran kir.
Li gorî zanyariyên xwecihî êrîş bi ser gundê Keverkê yê Çemankê de, li dor demjimêr 14:30 hatiye kirin ku ziyana bombardimanê gihîştiye bax û bostanên gundiyan.
Artêşa Tirkiyê gelek caran bi hinceta hebûna bingehên serbazî yên PKKê êrîşan dibe ser navçeyên Herêma Kurdistanê ku ziyanên canî û madî li ser xelkê sivîl ê herêmê çêdibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin