PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, li ser aloziya Rojhilatê Derya Spî ku welatên ewropî piştgiriyê didin Yunanistanê, gefa şer xwar û got, “Fermo meydan!”
Erdogan di merasîmeke leşkerî ya li Enqerê de, îro 30yê Tebaxê got, “Di têkoşîna me ya dijî terorê de, gefên li ser berjewendiyên me yên li Derya Spî, Ege û herêmê jî zêde bûn” û wiha pê de çû:
“Em ji dijminên xwe re dibêjin Hodrî Meydan (Fermo Meydanê). Gelo gelên Yunanistan û Fransayê dizanin bê ji ber rêveberên wan ên nezan çi were serê wan?”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin