PeyamaKurd – Li welatê Afrîka li Nîjeryayê li eyaleta Ondoyê mînîbus û kamyon li hev ketin, herî kêm 16 kes mirin. Berdevkê ewlehiya rê yê netewî yê Ondoyê Samuel İbitoye ragihand ku li eyaletê, li ser rêya Ore-Beninê mînîbusa ku bilez diçû li kamyonê ket.
İbitoye ragihand ku di qezayê de 16 kes mirine û 3 kes birîndar bûne. İbitoye weha dewam kiriye:
“Li ser qezayê lêpirsîn destpêkiriye. Li gor pêzanîna me ya niha; sedema qezayê leza zêdeye û ji ber şaş li çepê erebeyekî çûye, bûye sedema qezayê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin