Netanyahû: Em ê li dijî terorê her cûre navgînan bikar bînin!

Netanyahû: Em ê li dijî terorê her cûre navgînan bikar bînin!

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû, derbarê rewşa dawî ya têkoşîna dijî rêxistinên Filîstînî de, daxuyanî da û ragihand, ew di guhertina rewşa dijî rêxistinên terorê de berdewam in.

Netanyahû got ku hêzên Îsraîlê piştî 17 salan cara yekem bi helîkopter û balafirên bêmirov operasyoneke mezin li Cenînê pêk anîne û dê ji bo parastina Îsraîlê her cûre navgînan jî bikar bînin.

Herwiha Netanyahû bal kişand rewşa aborî û bihayiyê û diyar kir ku hikûmeta wan di wê derbarê de tedbîrên girîng wergirtine û ew dê ji bo daxistina bihayan li gorî Ewropayê gavan bavêjin û yasayên rakirina astengên li ber îtxalata kelûpelan derxin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin