PeyamaKurd – Li welatê Misrê li lîmana bajarê Îskenderiyê agir bi avahiya gumrikê ket. Xebata vemirandina agir dewam dike.
Sedema derketina agir nayê zanîn lê îtfaiye bi 16 alavên xwe û bi sedan xebatkarên xwe ve mudaxele dike da agir vemirîne. Bo der û dor zerarê nebîne, xaniyên cîranan hatine valakirin. Nehat ragihandin bê di şewatê de kes miriye an na.
Îskenderiye bajarekî dîrokî kevne û di dinyayê de bi nav û denge.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin