Daweta bo ziyafeta xwarinê ya bo Trump qebûl nekirin

Daweta bo ziyafeta xwarinê ya bo Trump qebûl nekirin

PeyamaKurd- Serokê partiya karkeran yê Brîtanyayê Jeremy Corbyn û serokê Kamara Awamê John Bercow daweta ku di meha hezîranê de bo serokê Amerîkayê Donald Trump tê amadekirin, wê tevlî wê nebin û dawetê bi paşde îade kirin. Ev kiryar serokê Amerîkayê xiste nava şoqê.

Xwarin di meha hezîranê de bi sedema seredana Trump bo Brîtanyayê ji aliyê serokwezîra wê de dê bê dayîn. Corbyn ê ku dawetê bi paşde dagerind di ser hesabê xwe yê twitterê de weha ragihand:

“Divê Theresa May ew kesê ku peymanên navdewletî diçirîne, înkara guherandina îklîma dinyayê dike, neteweparest û zimanê dijminahî bo jinan bikartîne, bo şerefdayîna wî, divê dewlet xaliya sor bo wî ranexîne. Serokwezîra me car din li ber rêvebiriya Amerîkayê serî tewandiye û ev ciyê xemgîniyê ye.”

Ji baregeha serokê Kamara Awamê ya John  Bercow jî hat gotin ku wê serok tevli dawetê nebe û weha dewam kir:

“Serok hat dawetkirin bo xwarinê lê dê neçe.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin