PeyamaKurd- Li bajarê Tirkiyê Antalyayê otobusa geştiyaran qelibî û di encamê de 25 kes birîndar bûn. Qeza li ser rêya navçeya Aksekî-İbradı çêbû. Hat nîşandan ku sedema qezayê ew e ajotvan kontrola otobusê wenda kiriye.
Li ser bûyerê gelek kes di otobusê de asê man û tîmên îtfaiyê û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Kesên ku di otobusê de asê mane, ji aliyê tîman de xebat têkirin da bên rizgarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin