PeyamaKurd – Otobuseke geştiyaran ya ji Başûrê Kurdistanê ber bi Bakurê Kurdistanê ve diçû, li parêzgeha Ruhayê di bûyereke trafîkê de wergeriya û di bûyerê de kesek ji wan can da 31 kes birîndar bûn.
Li ser rêya Ruha- Wêranşarê, îro Çarşemê 11ê Mijdara 2020an de di saet 04:20ên danê sibê otubuseke geştiyaran bi plaka Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê, dema ku ji Mêrdînê ber bi Ruhayê ve diçû, li nêzîk gundê Terzî wergeriyaye.
Li gor agahiyan, şofêrê otubusê Talha Hesen kontrola otubusê ji dest daye û ew yek sedema bûyerê bûye, ku di encamê de yek ji rêwîyan can da 31 kesên di otubusê de birîndar bûn.
Birîndarên bûyerê ji aliyê tîmên tenduristî û hawarçûna bilez a 112 bo nexweşxaneya navendî ya bajarê Ruhayê hatine veguhestin.
Li gor zanyariyan, rewşa tendirustiya du birîndaran nebaş e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin