PeyamaKurd – Îsraîlê, di derbarê hilberînên çekan yên ku Îran li Sûriyê dike, daxwuyaniyekî nûh da. Wezîrê bergiriyê yê Îsraîlê Benny Gantz nexşeyên 10 tesîsên leşkerî belav kir û got ku Îran di van tesîsan de sîlihên pêşkeftî hildiberîne. Îsraîl, ji ber sedemên weha naxwaze ku Amerîka û Yekîtiya Awrûpa bi Îranê re peymana nukleerî îmze bike. Hem gelek caran di daxwuyaniyên xwe de dibêje ku ti peyman li ber wan nabe asteng û ji bo bandora Îranê ya leşkerî ji xwe dûr bixin, wê operasyonên Îsraîlê dewam bikin.
Rojnama The Jerusalem Post bi sedema 90 em salvegera damezrandina xwe, li New Yorkê di konferansekî çêkiriye û di konferansê de Gantz axifiye û weha gotiye:
“Me di sala 2022an de dît ku di jimara êrîşên bi balafirên bêmirov û fuzeyên bejayiyê, ji bo ser sîvîl û hedefên giştî de, xebatên Îranê yên herifandinê zêdetir bûne. Grûbên bi ser Îranê yên ku li herêmê dûva Îranê ne, di salê de Îran wan bi yek milyar dolarî zêdetir çekdar dike. Eger dorpêçên ser Îranê rabin, wê ji bo terefdarên Îraniyan zêdetir pere bê veqetandin û talûka wan zêdetir bibe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin