Ernst Reichel: “Wê di nêz de YA yê darê zorê nîsanî Tirkiyê bide”

Ernst Reichel: “Wê di nêz de YA yê darê zorê nîsanî Tirkiyê bide”

PeyamaKurd- Li gor ragihandina BBC yê; balyozê Almanya yê li Atînayê Ernst Reichel ragihandiye ku Almanya serokê YA yê, yê vê demê ye û wê di nêz de, di 24-25 ê êlûnê de, di zîrweya serokên YA yê de, dorpêçên ser Tirkiyê bixe rojeva xwe. Reichel, di civîna Parlementoya Yûnanistanê ya Komîteya Daîmî ya Awrûpayê de, di axafitna xwe de weha gotiye:

“Li hemberê me cîranekî zor heye. Ev pirsgirêke ji ber ne tenê Tirkiyê, cîranekî zor yê din Rûsya heye. Divê em Tirkiyê razî bikin. Babeta me em ê çawa Tirkiyê razî bikin. Bi ya min bersiva rast rêya ‘îkrama gizêrê an darê zorê ye.’ Dixwazim bêjim di nêz de wê Konseya Yekîtiya Awrûpayê darê zorê nîşanî Tirkiyê bide.”

Balyozê Almanya Ernst Reichel di dewama axaftina xwe de weha got:

“Em di pêvajoyekî zor û zahmet de derbas dibin. Bo dewra serokatiya Almanya mijara Tirkiyê zahf girîng e. Ev mijar dema me dest bi serokatiya demkî kir, di raporên ku me pêşkêş kir de tineye. Ji ber bi demê re her tişt guhirî. Serokwezîr Merkel û wezîrê karên derve Maas bi mijarê re têkildarî dikin. Serokwezîr Merkel, mijara çareserkirina şerê leşkerî û desthilata li deryayê dixwaze bi aştiyane çareser bibe û heya niha hinekî jî serkeftiye. Keştiya Oruç Reis ya lêgerînê dawiya hefteya borî ji Meisê vekişiya. Eger em karibin biserbikevin, di nêz de; dest bi asta dinê ya hevdîtinên îstîkşafî an ku yên keşfî bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin