Bob Menendez: Erdogan û Pûtîn du lîderên xeter in!

Bob Menendez: Erdogan û Pûtîn du lîderên xeter in!

PeyamaKurd – Serokê Komîteya Derve ya Senatoya Amerîkayê Bob Menendez, serokên Tirkiye û Rûsyayê wekî du kesên xeter bi nav kir.

Menendez got ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn, du kesên xeter in û dê hewl bidin enerjiyê wekî çek bikar bînin.

Bob Menendez herwiha bal kişand ser girîngiya hevkariya bi formata Yûnanistan, Kibris, Îsraîl û Amerîkayê di warê enerjiyê de û diyar kir, pêwîste ew hevkarî were berfirehkirin û kûrkirin.

Menendez bibîr xist ku divê hevpeyman yekgirtî bin û li ser êrîşên dahatuyê yên ser xeta enerjiya Deryaya Spî bal kişand ser; "Erdogan yan jî Pûtîn du lîderên xeter in û dibe hewl bidin enerjiyê wekî çek bikar bînin. Li hember êrîşeke wiha parastina herî baş, pêşxistina hevpeymaniyeke bihêz li ser nirxên demokratîk e ku ew jî bi hevkariya Yûnanistan, Kibris (aliyê Rûm), Îsraîl û Amerîkayê pêk tê."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin