Li Hewlêrê bijîskek bi Covid-19ê ketiye

Li Hewlêrê bijîskek bi Covid-19ê ketiye

PeyamaKurd -Wezareta Tendirustiya Kurdistanê piştrast kir ku vîrusa Covid-19ê ketiye canê kesekî din

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê, bi daxuyaniyekê ragihand, di berdewamiya pişkinînan de, testa koronayê ya kesekî din ku guman dihat kirin tûşî vîrusa Covid-19 bibe, pozetîv derketiye.

Li gor daxuyaniya wezaretê, kesê bi Covid-19ê ketiye zilamek e û 45 salî ye.

Li gorî nûçeya Rûdawê, ew kesê ku nû li Hewlêrê bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketiye, bijîşk e û lêkolîn li ser têne kirin bê çawa bi wê nexweşiyê ketiye.

Tevî hemû hişyarîyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî koronayê (Covid-19) hewlêrî derdikevin sûk û kolanan.

Hêjayî gotinê ye ku, li Herêma Kurdistanê hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine derketiye 20 kesan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin