PeyamaKurd - Hikûmeta Urdinê ragihand, ku ji ber barana li welêt hatî lehî rabû û 11 kes mirin, 2 kes winda bûn.
Hikûmeta Urdinê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku ji ber barana li welêt barî lehî rabû, 11 kes mirin, 2 kes winda bûn û 9 kes jî birîndar bûn. Herwiha hat diyarkirin ku di xebatên lêgerîn û xilaskirinê de jî çiyagerekî ji ekîba parastina sivîlan jî mir, van ekîban bi hezaran kesên ku asê mabûn xilas kirin.
Di daxuyaniyê de tê destnîşan kirin ku hemû saziyên dewletê, hikûmet û navenda rêveberiya qeyranê bênavber xebatên xwe didomînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin