Li Diyarbekir hejmara nexwesên Covid-19 zêde dibe

Li Diyarbekir hejmara nexwesên Covid-19 zêde dibe

PeyamaKurd - Li Diyarbekir a Bakurê Kurdistanê 171 nexweşên teşhîsa vîrûsa korona li ser wan hatiye dayîn û yên bi gumana Covid-19 li nexweşxaneyan têne dermankirin.

Li tevahiya bajarên Kurdistanê tûşbûyên vîrusa koronayê hene, lê di amarên fermî de ji ber ku bajar nayên nîşandan hejmara piştrastkirî nayê zanîn.

Li gorî zanyariyan li bajarê Diyarbekirê hejmara nexweşên ku bi sedema tûşbûna vîrûsa koronayê radikin nexweşxaneyan û tedawiya wan dest pê dike her roj zêde dibin.

Li nexweşxaneyên cuda yên bajar 56 kesên teşhîsa vîrûsa koronayê li ser wan hatiye danîn jî di nav de tedawiya 171 kesan didome.

Herwiha li nexweşxaneyan 5 zarok jî bi gumana vîrûsê têne tedawîkirin.

Li Diyarbekirê heta niha yek jê bi gumana vîrûsa koronayê bi giştî 10 kesan jiyana xwe ji dest daye û li Faqulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê jî hemşîreyek bi vîrûsa koronayê ketiye û hatiye tedawîkirin. Dîsa li navçeya Farqînê jî 7 kesên ku bi vîrûsê ketine xistine karantînayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin