Ji Hikûmeta Kurdistanê daxuyaniya kustina Bexdadî...

Ji Hikûmeta Kurdistanê daxuyaniya kustina Bexdadî...

PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser operasyona kuştina serokê rêxistina terorîst DAIŞê Ebubekir Bexdadî daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya li ser navê hikumeta Herêma Kurdistanê, ji aliyê Berdevkê Hikûmetê Cotyar Adil ve hatiye belavkirin de tê gotin, "Hikumeta Herêma Kurdistanê, ji navbirina Ebûbekir Bexdadî, serkirdeyê rêkxistîya teroristîya Dewleta Îsalamî li Îraq û Şamê (Daiş) bi pêngaveke giring dizane , lê ne dawîya teror û tundrewîyê ye."

Daxuyanî wiha ye:

Hikumeta Herêma Kurdistanê, ji navbirina Ebûbekir Bexdadî, serkirdeyê rêkxistîya teroristîya Dewleta Îsalamî li Îraq û Şamê (Daiş) bi pêngaveke giring dizane , lê ne dawîya teror û tundrewîyê ye.

Herêma Kurdistanê wek pişkeke sereke ya Hevpeymanîya Nêvdewletî dijî Daişê, berdewame li berengarbûna hizra tundrewîyê. Ji bo vê yekê jî qurbanîyeke mezin daye û her li ser destê Pêşmergeyên qehreman jî efsaneya rêkxistîya teroristîya Daişê hat têkşikandin û ev jî destpêka daheriftina evê rêkxistîya teroristîye.

Bêguman jinavbirina ev teroristê mezin, dawîya teror û tundrewîyê nîye, lê divêt sedemên hizra tundrew bihên binbirrkirin û hewlên ciddî jî bihên dan bo çaresekirina arêşe û jêkevtên teror û tundrewîyê.

Cotyar Adil

Gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistnê

27/10/2019

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin