Nêçîrvan Barzanî peyamek serxwesiyê bo wefata Sêx Salar Hefîd belav kir

Nêçîrvan Barzanî peyamek serxwesiyê bo wefata Sêx Salar Hefîd belav kir

PeyamaKurd – Di derbarê wefata Şêx Salar Hefîd, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek serxweşiyê bo malbata Şêx Mehmûd Hefîd belav kir.

Nêçîrvan Barzanî îro bo wefata kesayetiyê navdar yê bajarê Silêmaniyê Şêx Salarê Hefîd, ku endamê malbata Şêx Mehmûdê Hefîd e peyamek serxweşiyê belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de diyar kir û got: ‘‘Mixabin nûçeya koça dawiyê ya kesayetiya diyar û naskirî ya malbata Şêx Mehmûdê nemir û Silêmaniyê, xwedê jê razî Şêx Salar Hefîd me bîhîst.

Em serxweşiyê li malbata birêz Hefîdzade dikin û em hevbeşê xemên wan in û ji xwedayê mezin daxwaz dikin xwedê jê razî bi mîhrebaniya xwe şad bike û sebr û aramiyê bide kesûkar û malbata birêz re bibexşe.’’

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin