Mesrûr Barzanî bi Balyozê Fînlenda yê li Iraqê re civiya

Mesrûr Barzanî bi Balyozê Fînlenda yê li Iraqê re civiya

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi Balyozê Fînlenda yê li Iraqê re civiya.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, do li Hewlêrê bi Balyozê Fînlenda yê li Iraqê, Vêsa Hakhînen re civînek pêk anî.

Balyozê Fînlenda, ku dema balyoztiya wî li Iraqê bi dawî bûye, ji ber hemahenî û hêsankariyên ku Hikûmeta Kurdistanê ji bo wî kiribû, spasiya Herêma Kurdistanê kir û diyar kir, welatê wî dê li ser piştevanîkirina Herêma Kurdistanê berdewam be.

Serokê Hikûmeta Kurdistanê jî spasiya Balyozê Fînlenda kir û di kar û erkên wî yên nû de jê re serkeftin xwest.

Di hevdîtinê de behsa hilbijartinên Iraqê, girîngiya piştevanîkirina Pêşmerge di şerê terorê de û rûbirûbûna vîrusa Koronayê jî hatin axaftin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin