PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro pêşwazî li Balyozê Fînlendayê yê Iraqê Antti Putkonen kir.
Di hevdîtinê de pêşxistina peywendiyên di navbera Fînlenda, Iraq û Herêma Kurdistanê de û derfetên berfirehkirina hevkariya hevbeş di qadên cihêreng de hatin gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du aliyan tekezî li ser xwesteka dualî ya ji bo xurtkirina peywendiyên hevbext û piralî kirin.
Di beşeke din a civînê de rewşa giştî ya Iraq û herêmê, peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û berdewamiya hewldanan ji bo parastina aramî û seqamgîriyê hatin nirxandin.