PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 5ê Tebaxê bi sedema bidawîhatina erka wî ya leşkerî û dîplomatîk a li Iraqê, pêşwazî li Balyozê Swîsreyê yê li Bexdayê Daniel Hunn kir.
Di hevdîtinê de, Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Daniel Hunn kir ku di heyam û dema erka xwe ya li Iraqê de rolekî girîng di pêşxistina peywendiyên navbera Iraq, Herêma Kurdistanê û Swîsreyê de lîstiye û xebatên wî yên di vê qadê de bi bilind nirxandin.
Balyozê Suîsreyê Daniel Hunn jî kêfxweşiya xwe ya ji bo karkirina li Iraqê anî zimên û spasiya piştgirî û hevkariya Nêçîrvan Barzanî û Herêma Kurdistanê kir.
Hunn, tekezî li ser girîngiya berdewamiya peywendiyan û hevkariyên hevgirtî yên di navbera wîlatê xwe Swîsre, Iraq û Herêma Kurdistanê de kir.