Îranê hêzeke zêde sand dorûbera Idlibê

Îranê hêzeke zêde sand dorûbera Idlibê

PeyamaKurd – Li gorî çavkaniyên nêzî hêzên opozisyona Sûriyê ku Tirkiye piştgiriya wan dike, Îran hêza xwe ya li Sûriyê zêde dike û herî dawî jî hêzeke mezin a leşkerî li dorûbera herêma Idlibê bicih kiriye.

Fermandarekî artêşa azad ji medya erebî re ragihandiye ku komên çekdarên girêdayî Sûpaya Pasdarên Îranê du rojên dawî, bi çekên sekvan, çekên gira, moşekên tanksewar û firokeyên bêmirov ên keşfê veguhestine herêmên başûrê Idlibê.

Li aliyê din Îsraîl ji bihêzbûna Îranê li Sûriyê nerazî ye û ev demek e bi awayekî nepen êrîşan dibe ser baregehên hêzên Îranî yên li Sûriye û Iraqê.

Di hefteya dawî de, di encama 3 êrîşên bi ser baregehên milîsên Îranê yên li Sûriyê de, herî kêm 70 leşker û milîsên Îranê hatine kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin