PeyamaKurd- Profesorê Fransiz Didier Raoult li nexweşxane ya Marsîlya ya Fransayê bi sedema ku nexweşên xwe yên koronavîrusê bi dermanê tayê an ku bi klorokînê tedawî dikir û gihabû wê encamê ku ev derman bo tedawiya koronavîrusê dermana herî başe, bi mirinê hatiye tehdîdkirin.
Çapemeniya Fransayê, bo wan kesên ku profesor tehdîd kirine ragihand ku bo wan bi gumana “tehdîda kuştinê ya bo kesên ku karên giştî dikin û çavtirsandinê” lêpirsîn bo wan hatiye destpêkirin. Kesên ku profesor tehdîd kirine, yek ji wan di tehdîda xwe de gotiye ku:
“Eger heya sibê siet 14.00an tu dawî li van gotinên xwe yên beredayî neynî, tu dê bibînî çi were serê te”
Yekî din jî di peyama xwe de gotiye ku bo tu gotinên xwe yên di derbarê klorokinê de, bi peşde gav bavêjî 4 siet wextê te heye.
Doktor ragihandibû ku li ser 24 nexweşan vî dermanî bikaraniye û nexweşên wî di nav 6 rojan de ji %75 ê wan baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin