Ji bo darizandina Tirkiyê 'Komîteya Belgekirina Tawanên Ser' hat avakirin

Ji bo darizandina Tirkiyê 'Komîteya Belgekirina Tawanên Ser' hat avakirin

PeyamaKurd - Komîteyên mafnasiyê yên herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ji bo belgekirina tawanên şer ên êrîşênTirkiyê û darizandina dewleta Tirkiyê di dadgehên navdewletî de, navendên belgekirina binpêkirin û tawanên şer ên artêşa tirk û çekdarên girêdayî wan ava kir.

Armanca komîteya belgekirina tawanên şer û binpêkirinên mafên mirovan ên êrîşên ku ji 9ê Cotmehê heta niha li Rojavayê Kurdistanê têne kirine. Komîteya herêma Cizîrê bi hevkariya Yekitiya Parêzeran û bi tevlîbûna 7 komîteyên mafnasan ên ji herêma Cizîrê, li Hesekê ji 6 endamên jin pêk tê.

Herwiha li Til Temirê jî navendek bi heman mebestê hatiye avakirin. Komîteyê şaxên xwe li Dirbêsiyê, Amûdê, Qamişlo, Tirbespiyê, Girkê Legê, Dêrik, Kobanê, Tebqa û Reqayê jî ava kirin.

Endama Komîteya Belgekirina Binpêkirinên li Herêmên Rêveberiya Xweser Aynûr Başa ragihandiye ku wan ji destpêka êrîşan ve dest bi xebatê kiriye û  heta niha bi sedan binpênkirin hatine belgekirin.

Başa da zanîn ku wan gelek rewşên weke kuştin, hedefgirtina sivîlan, talankirina mal û milkê gel, hedefgirtina xebatkarên tenduristiyê û cihên dîrokî û olî belge kirine.

Aynur Başa destnîşan kir ku bi gelek aliyên derve yên weke komîteya çavdêr û belgekirina rastiyan a Neteweyên Yekbûyî (NY) re jî di nava têkilîyê de ne û wiha got:

“Em dixwazin dadgeheke taybet a mîna dadgehên Harîrî, Rûanda û Yûgoslavyayê were avakirin da ku dewleta tirk bê darizandin. Ev yek zehmet e lê ger çênebe em ê li gorî derfetên xwe bixebitin heta ku dewleta tirk ji ber sûcên xwe tê darizandin.” 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin