PeyamaKurd - Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqê ragihand ku li parêzgeha Neynewayê 13 endamên rêxistina terorîst DAIŞê hatine girtin.
Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê daye xuyakirin, operasyonên bi hevkariya îstixbaratê û lêpirsînên federal yên Wezareta Navxwe ya Iraqê li dijî DAIŞê dewam dikin û piştî şopandin û agahiyan, li parêzgeha Neynewa 13 DAIŞî hatin girtin.
Herwiha ajansa Wai belav kiriye, kesên hatine girtin li xwe mikur hatine ku ew girêdayî DAIŞê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin