PDK îro li Silemaniyê bi YNK û Goran re rewsa dawî gotûbêj dike

PDK îro li Silemaniyê bi YNK û Goran re rewsa dawî gotûbêj dike

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku dê îro şandeke bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Silêmaniyê bi Tevgera Goranê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re bicive û rêkeftina pêkanîna hikûmeta nû bi wan re guftûgo bike.

Nêzîkî heft mehan e hilbijartina Parlemantoya Kurdistanê hatiye kirin û hîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nehatiye pêkanîn, lê tê pêşbînîkirin di rojên bê de aliyên Kurdistanî bigihin rêkeftina dawiyê.

Her çend e aliyên siyasî li ser dabeşkirina beşeke mezin ji postan û derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de lihev kirine û PDKê bi her yek ji Tevgera Goranê û YNKê re rêkeftin îmze kirine jî hîn negihîştine xala dawiyê bo pêkanîna hikûmetê.

Endamê Serkirdatiya YNKê Mustefa Çavreş doh ji medya Kurdistanê re ragihandibû, derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, PDK û YNKê rêkeftinê îmze dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin