PeyamaKurd- Ji aliyê çavkaniyên dîplomatîk ên Misrê ve hat ragihandin ku Serokomarê Misirê Ebdulfetah es-Sîsî serdana xwe ya Enqereyê ya ku dê îro bihata kirin, taloq kir.
Li gorî agahiyên çavkaniyê dîplomatîk ku ji ajansa nûçeyan a Al-Ain Newsê axivî, da zanîn ku serdana Serokomarê Misrê Sîsî ya Tirkiyeyê ku dê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan re hevdîtin bikira, ji ber beşdariya Civîna Bilind a Rusya û Afrîkayê ku dê Lûtkeya St. Petersburgê bê rêvebirin, hat taloqkirin.
Her wiha Balyozê Giştî yê Tirkiyeyê yê Kahîreyê li ser mijarê rahihand ku hevdîtina hatiye taloqkirin, dê di demeke nêzîk de were kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin