Elî Zeydî ligel du berpirsên Kurd serdana Tirkiyeyê dike

Elî Zeydî ligel du berpirsên Kurd serdana Tirkiyeyê dike

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî sibe 28ê Tîrmehê bi serdaneke fermî diçe Enqere ya paytexta Tirkiyeyê û ligel rayedarên bilind ên Tirkiyeyê li ser dosyeyên ewlehî, siyasî û enerjiyê dicive.

Di nav vê şandeya bilind a Iraqê de li ser daxwaza taybet a Zeydî û bi razîbûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Şêwirmendê Yasayî yê Wezareta Navxwe Dr. Samî Celal û Şêwirmendê Wezareta Samanên Sirûştî Dr. Beroj jî cî digirin.

Hat ragihandin ku piştî Tirkiyeyê, biryar e Serokwezîrê Iraqê roja 30ê Tîrmehê serdana Erebistana Siûdiyê jî bike. Zeydî ku beriya niha serdana DYA û Îranê jî kiribû, di vê meha dawî de livîneke xurt meşandiye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ev hewldan di nava aloziya leşkerî ya li derdora Tengava Hurmizê û biryarên peywendîdar ên li Brîtanyayê de tê kirin ku tê xwestin bandora dorpêç û astengiyên aborî li herêmê kêm bibe û encamên erênî di dosyeya geşedanan de pêk werin.