Tirkîyê :Daxwuyanîya li ser Minbic û Idlib ê

Tirkîyê :Daxwuyanîya li ser Minbic û Idlib ê

PeyamaKurd - Hulusî Akar: "Îro li herêma sînor ya li dervayî Îdlibê Rûsya û li herêma ji çekan hatiye paqijkirin jî dewriyeya Artêşa Tirkiyeyê dest pê bike."

 "(Li Îdlibê dewriyeya hevbeş ya bi Rûsyayê ra) Ji bona îstiqrar û dewamkirina agirbestê gorî me ev gavekî girîng e."

"Heger êrîş dewam bikin û koçkirin dest pê bike wê 3,5 milyon kes ji ciyê xwe bibin û ne tenê Tirkiye û Ewropa wê heta Amerîkayê herin."

 "Der barê emilandina qadên esmanî yên Îdlib û Efrînê hin astengî hebûn, lê îro ew jî rabûn."

"Em bi rejimê ra di nav pêwendiyekê da nînin. Em tenê bi Rûsan ra xeber didin û wexta hewce bike jî bi Îranê ra xeber didin."

"(Sûriye) Gilî û gazina me ya herî mezin ya ji rejimê xerabûna agirbestê ye. Em dixwazin gorî agirbestê hereket bikin. Em dixwazin Rûsya rejimê bide sekinandin."

"Bi Mertalê Feratê û Operasyona Çiqlê Zeytûnê piştî herêm ji çekdaran hat paqijkirin 314 hezar û 590 kes vegeriyan malên xwe."

"Tenê Tirkiye bi DAİŞê ra bi her awayî şer dike û yên herî radîkal berteref dike."

"Em dijî çekdarên YPG, PKK, DAİŞ, FETO û El Qaîdeyê ne. Di serî da xwîşk û birayên me yên Kurd derdê me bi komên nijadên din ra tuneye."

Akar der barê herêma ewle da wiha got: "Wê kî li wir hebe? Wê hêzên Artêşa Tirkiyeyê hebin. Ev teqez e."

"Li herêmeke ewqas nêzî sînorên me ye em hebûna koma çekdarên PKK û YPGyê ji bona welat û gelê xwe mîna gef û talûkeyê dibînin. Me ji mixatabên xwe ra gelek caran got ku em qebûl nakin û em hê jî dibêjin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin