Bablîsokê kesekî kust û 10 kesan birîndar kir

Bablîsokê kesekî kust û 10 kesan birîndar kir

PeyamaKurd – Li Amerîkayê li eyaleta Oklahoma û Texasê bablûsok rabû û gelek zerarê da der û dorê. Ji  ber bablîsokê, li eyaleta Oklahomayê kesekî jiyana xwe ji dest da û li eyaleta Texasê 10 kes birîndar bûn. Ragihandina mirina kesekî ji ber bablîsokê ji aliyê rêvebirê îdareya lezgîn ya McCurtain Countyê, ji aliyê Cody McDaniel de hat kirin.

Li devera Idabel a ku 7 hezar nûfûsa wê heye, dêrekî, navendekî tenduristiyê û dibistanekî xerab bûne. Parêzgerê Oklahoma Kevin Stitt ragihand ku tîmên rizgarkirinê bi jeneratoran ve şandine devera Idabelê.

Li eyaleta Texasê herî kêm 50 xanî zerarê dîtine û ji 10 birîndaran 2 ji wan rewşa wan girane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin