PeyamaKurd – Parêzgarê Hewlêrê di derbarê barîna barana zêde de, daxuyaniyek belav kir û da zanîn, ji ber kombûna ava baranê, hin rê û kolan hatin girtin û daxwaz ji welatiyan kir, eger karê wan ne gelekî girîng be, çûnûhatinê nekin.
Li Hewlêrê ji şeva borî ve baran bi xurtî dibare, lehî li hin cihên Hewlêrê rabûye û hejmarek ji rêyan ji ber kombûna avê hatine rawestadin.
Parêzgarê Hewlêrê daxuyanî da û daxwaz kir, welatî ji bo parastina selametiya xwe û ji bo gihîştina tîmên şaredariyê ji bo cihên pêwîst, karê wan ne gelekî girîng be, çûnûhatina xwe sînordar bikin.
Herwiha eşkere kir, beşek ji rê û kolanên Hewlêrê ji ber kombûna avê rawestiyane û da zanîn, li gor pêşbîniyan pêla baranê berdewam dibe.
Parêzgarê Hewlêrê daxwaz ji welatiyan kir, di her pirseke pêwîst de, pêwendiyê bi şaredarî, tîmên berevaniya şaristanî û polîs re bikin ku ew di amadebeşiya temam de ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin