Xosnaw: Hinek dukandar û bazirgan meha Remezanê dikin firsend

Xosnaw: Hinek dukandar û bazirgan meha Remezanê dikin firsend

PeyamaKurd – Parêzgarê Hewlêrê îro bi komîteyên hevbeş ên teftîşê yên qaymeqamtiya Hewlêrê re civiya û diyar kir, nabe tu dukandar û bazirganek yariyê bi bihayên tiştan û pêdiviyên rojane yên xelkê bike.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw di civînê de da zanîn, hinek dukandar û bazirgan meha Remezanê dikin firsend û bihayên tiştan û pêdivêyên xelkê giran dikin.

Umêd Xoşnaw li ser naveroka civînê destnîşan kir, di civînê de me têkestî li ser çavdêrîkirina hûr ya bazar û nirxa tiştan û pêdiviyên welatiyan kir. Komîteyên teftîşê yên qaymeqamtiyê bi serokatiya qaymeqamê Hewlêrê hatin erkdarkirin ku wan kesên firsendçî bi tundî siza bidin û rê nedin tu kes yariyê bi bihayên xorak û pêdiviyên welatiyan bike.

Parêzgarê Hewlêrê eşkere kir, xwaringeh û rêstoran dê di meha Remezanê de vekirî bin, lê divê bi perde bên nuxamtin û rewşa kesên ku bi rojî bin, li ber çavan bigirin. Eger wisa nekin dê bên sizadan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin