PeyamaKurd – Gumanbarê sereke yê dizî û şuştina pereyên bacê, li Balafirxaneya Bexda ya Iraqê hat girtin.
Li gor Endamê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Mistefa Senad do roja Duşemê 24.10.2022an diyar kir, gumanbarê sereke yê dizî û şuştina pereyên bacê yên dizî yên dema sefera derve dikir, li Balafirxaneya Bexdayê hat girtin.
Mistefa Senad eşkere kir, Nûr Zuheyrî tometbarê sereke yê wendabûn û dizîna 2.5 milyar dolar bacê ye ku ev çend hefte bû mijara navendên medyayî û siyasî yê li Iraqê.
Herwiha Wezîrê Navxwe Osman Xenîmî destnîşan kir, hikûmetê Nur Zuheyrî bi tawana dizîna pereyên banka Rafîdeyn a Iraqê girtiye.
Di berdewamiyê de Osman Xenîmî eşkere kir: “Iraq emanetek e li ser stuyê me û em rê nadin ku pereyên wê bên dizîn û tohmetbar Nûr Zuheyrî di dema dixwest bi balafireke taybet ji Balafirxaneya Bexdayê derkeve hatiye desteserkirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin