PeyamaKurd - Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Duşemê pêşwazî li şandeke rêxistina Samaritan Purse ya Amerîkayê kir.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de behsa çalakî û projeyên xêrxwaziyê yên rêxistinê hatiye kirin û Serokwezîr Barzanî jî piştevaniya xwe bo wê rêxistinê nîşan daye.
Şanda mêvan kurteyeke çalakî û projeyên xwe yên xêrxwaziyê ji Serokwezîr Barzanî re eşkere kirin ku çend salin karê xêrxwaziyê û hawarçûnê li herêma Kurdistan û deşta Nînowa encam didin.
Herwiha hat diyarkirin ku rêxistina wan berdewam dibe li karê encamdana projeyên xwe li Herêma Kurdistanê ku serbilindin ev dever dergûşa pêkvejiyana aştiyane ye li navçeyê û penageheke arame ji bo koçber û penaberan.
Mesrûr Barzanî, spasiya piştevanî û alîkariyên rêxistinê kir ku di demên cuda de projeyên xêrxwaziyê li herêma Kurdistanê encam dane û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin