Fransayê ji bo destpêsxeriya çareseriyê spasiya Serok Barzanî kir

Fransayê ji bo destpêsxeriya çareseriyê spasiya Serok Barzanî kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Çarşemê li Pîrmamxê pêşwazî li Balyozê Fransa li Iraqê Eric Chevalier û şanda ligel wî kir.

Di hevdîtinê de, Balyozê Fransayê ji ber destpêşxeriya wî ya nû ya bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê û avakirina hikûmeta nû spasiya Serok Barzanî kir.

Di civîna ku konsulê giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê Olivier Decottignies jî amadehî kir de, balyozê Fransayê spasiya Serok Barzanî kir ji ber destpêşxeriya wî bo çareserkirina arîşeyên Iraqê û hêviya xwe anî ziman ku ew destpêşxerî bibe sebeba nemana astengî û arîşeyên li pêşiya proseya siyasî ya Iraqê.

Serok Barzanî di civînê de got, baştirîn rê li pêşiya aliyên siyasî ew e ku ji tundiyê dûr bikevin û berê xwe bidin diyalog û hevtêgehîştina siyasî.

Herwiha behsa metirsî û êrîşên DAIŞê jî di civînê de hat kirin û Balyozê Fransayê diyar kir ku ew dê alîkarî û hemhangiya ligel hêzên Pêşmerge berdewam bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin