PeyamaKurd – Rûsya û Belarûsê ragihandin ku peymana ewlehiya herêmê ya ku di sala 1997an de îmze kiribûn, bi protokolekî guhertin. Li ser gurherîna peymanê wezîrê bergiriyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu û wezîrê bergiriyê yê Belarûsê Viktor Hrenin protokolê îmze kirin û wezareta Rûsya ya bergiriyê weha ragihand:
“Di 03.12.2022an de wezîrê bergiriyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu û wezîrê bergiriyê yê Belarûsê Viktor Hrenin li bajarê Minskê, ji bo di seha leşkerî de ewlehiyê temîn bikin, peymana navbera her dû welatan bi protokolekî îmze kirine.”
Di daxwuyaniyê de cîh dane gotinên Şoygu û weha dewam dike:
“Têkiliyên me û Belarûsê yên hevkariyê gelek girînge ji ber ji Rojava gelek zor û zahmetiyê dane ser me. Belarûs hevkarekî me yê baweriyê ye û wê hevkariya me dewam bike.”
Şoygu hem got ku grûba leşkerî ya herêmî li ser axa Belarûsê xebatên xwe yên koordînasyona muharebeyê niha dewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin