PeyamaKurd – Li her sê bajarên Kurdistanê li Qersê, Ezirgan û Ardaxanê berf zêde dibare û bandoreka neyînî li ser jiyana xelkê dike. Ajotina alavan weka otomobîl, kamyon û xweşkêşan bi zahmet dikeve.
Li navçeya Sariqamîşa bi ser bajarê Qersê berf bariya û navçeyê bi rengê sipî xemiland.
Li Ezirgan û Sêwasê buhurên Saqaltûtan û Qizildaxê berf nahêle ku çûnûhata deverê bi hêsanî bibe.
Heman tişt li buhira navbera Ezirgan û Gumuşxanê li Buhira Ahmediyê dewam dike.
Li bajarê Ardaxanê bi taybetî li navçeya Goleyê berfa zêde dibare û çûnûhatê dixe xeterê.
Tîmên polîsan û tîmên rêvekirinê bi taybetî ji ajotvanên TIR an û kamyonan dixwazin ku li rawestgehan rawestin û dernên rê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin