PeyamaKurd - Kumpanya neft û gazê ya Norveçî DNO ASA encamên xwe yên darayî û operasyonel ên çaryeka sêyem a sala 2026an ragihandin.
Li gorî raporê, destpêkirina jinûve ya hilberîna neftê li Herêma Kurdistanê bûye sedema bingehîn ku dahata giştî ya kumpanyayê %35 zêde bibe û bibe 1,023 milyar dolar ku ev yek di dîroka 55 salan a kumpanyayê de asta herî bilind e.
Net-hilberîna kumpanyayê ya li Kurdistanê gihîştiye 54,914 bermîlan di rojê de û nirxê firotina bermîla neftê jî gihîştiye 38,5 dolaran ku ev ji sala 2023yan û vir ve nirxê herî bilind e.
Kumpanyayê diyar kir ku hemû dravdana neftê beriya radestkirinê rasterast derbasî hesabên wan ên bankan ên navdewletî bûne û mesrefa derxistina her bermîlek neftê li Herêma Kurdistanê tenê 5,7 dolar e.
Tevî van geşedanên erênî û plansaziya kola bîrên nû ji bo sala 2027an, hate ragihandin ku heta 30ê Îlona 2026an deynê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê beramberî kumpanya DNOyê 286,3 mîlyon dolar e û kumpanya li bendê ye ku di paşerojê de ev deyn bête vegerandin.