PeyamaKurd-Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, koça Masiyên Wanê dest pê kir. Masiyên Wanê ku li qada Tirkiye û cîhanê wekî ‘Kefala Încî’ tê pênasekirin, di serdema koçê de bi awayekî berovajî avjeniyê dikin û ber bi avên şîrîn ve koç dikin.
Ev cure masiyên ku wekî ‘Masiyên Wanê’ tên zanîn, li cîhanê tenê li Wanê tên dîtin. Serdema zêdebûna van masiyan, di navbera 15ê Nîsanê û 15ê Tîrmehê ye û ev masî ber bi avên şîrîn ve koç dikin û hêkên xwe li nav avên şîrîn datînin. Ji ber hişkesaliya par, koça masiyan gelek bi zehmetkêşî çêbûbû lê li gorî daxuyaniyên rayedaran, koça Masiyên Wanê ya îsal, ji ber barîna zêde ya berf û baranê, gelek bi hêsanî çêbûye.
Masiyên Wanê, wekî masiyên ku difirin jî tên binavkirin. Ev masî, ji 101 newalan tevlî Gola Wanê dibin û taybetiya wan ew e ku bi awayekî berovajî avjeniyê dikin ango ne ber bi herikîna avê ve, ber bi jor ve diçin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin