PeyamaKurd – Berdevkê wezareta karên derve yê Amerîkayê Ned Price ragihand ku ew destdanîna artêşa Gîneyê ya ser welat şermezar dikin. Price got:
“Tedbîrên ne li gor destûrê û bi şiddet, wê hêviyên aştî, îstîqrar û refahê tehrîb bike. Van bûyeran wê sînorekî deyne ser desteka Amerîkayê û hevkarên din yên Gîneyê yên navdewletî û ser dahatûya xelkê Gîneyê.
Em dixwazin temamê terefan dev ji şiddetê û hewlên ne destûrî bin berdin û xwe bi desthilata hûqûqê ve girêdin.”
Sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres jî destdanîna bi şiddetê ya ser Gîneyê şermezar kir û xwest serokê dewletê Alpha Conde serbest bê berdan.
Yekîneyên taybet yên leşkerî di bin fermandariya Mamady Doumbouya de dest danîn ser rêvebiriya Gîneyê. Doumbouya di televizyona dewletê de ragihand ku hukumetê roxandine, destûrê dane rawestandin û sînorên Gîneyê ji bo derve girtine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin