Duterte: 5 hezar kes hatin kustin

Duterte: 5 hezar kes hatin kustin

PeyamaKurd- Serokê Fîlîpînê Duterte ragihand ku di çarçoveya têkoşîna li dijî maddeyên hişbir de, heya niha 5 hezar kes hatine kuştin û weha got: “Endîşeyên we mafên mirovane lê ya min jiyana mirovan e.”

Serokê dewleta Fîlîpînê Rodrîgo Duterte di civîna çapemeniyê de got ku 5 hezar bazirganên maddeyên hişbiriyê hatine kuştin, dê operasyon bi awayeka sert dewam bikin. Serokê dewletê got ku ew nikare ti vate bide wan kesên ku li dijî operasyonan bertek nîşan didin.

Li gor rêjeyên polîsên Fîlîpînê, di çarçoveya têkoşlîna li dijî maddeyên hişbir de, di operasyonan de ji 1ê temmuza sala 2016an heya 1 ê hezîrana sala 2018an 102 hezar û 630 operasyon hatine kirin. Di operasyonan de 4 hezar û 354 sûcdar hatine kuştin û 147 hezar û 802 kes jî hatine girtin.

Li Fîlîpînê piştî ku Duterte hat ser hukum ferman da polîs da li wan kesên ku maddeyên hişbir difroşin bixin û dezge û saziyên mirovî jî li hemberê vê biryarê dertên.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin