PeyamaKurd – Êrîşên terorîstên DAIŞê yên li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê li dijî hêzên Iraqê, di van demê dawî de zêde bûn.
Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî Kanûna 2017an ragihandibû ku DAIŞ bi temamî hatiye têkbirin, lê piştre li gelek bajarên Iraqê û navçeyên Kurdistanî DAIŞê êrîşên xwe zêde kirin.
Niha êrîşên DAIŞê bêhtir li Diyala, Nînowa û Enbarê zêde bûne.
Midurê Polîsên Xaneqînê Azad Îsa ku girêdayî Hikûmeta Kurdistanê ye bi bîr xist ki di du mehên dawî de DAIŞê herî kêm 20 caran êrîş kiriye.
Îsa got, “Tekane çareseriya vê rewşê vegera Pêşmerge bo deverên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye.”
Azad Îsa bal kişand ser ku dema li wan deveran hêzên Pêşmerge hebûn, rewş aram bû û êrîş pir kêm bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin