PeyamaKurd - Dezgaha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) bi boneya roja cîhanî ya karê xêrxwaziyê peyamek belav kir û ev roj pîroz kir. BCFê diyar kir, karê xêrxwaziyê li Kurdistanê xwedî dîrokekê ye û niha jî pêş ketiye.
Dezgaha Xêrxwazî ya Barzanî di peyama xwe ya bi boneya Roja Cîhanî ya Xêrxwaziyê de got: “Karê xêrxwaziyê di nav gelên niştecih ên li Kurdistanê de xwedî bingeh û dîrokekê ye û bi wî rengî hatiye pênase kirin û bûye çand di nav me de û berdewam jî me ew parastiye û giringî pê daye û pêş ketiye.”
Di peyamê de hat diyarkirin: “Ji kevin de di nav gelê kurd de mijara hewarçûnê û alîkarî dayîn lêqewmiyan li gund û bajaran her hebûye û xweşî û nexwaşî li gel yek parve kirine. Ev çand heta niha jî di gel de heye û zindî maye û zêdetir jî pêş ketiye.”
Di beşeke din a peyamê de hat destnîşan kirin: “Em wek Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî ji roja me dest bi vî erkê pîroz ê karê xêrxwaziyê kiriye, di heyama 16 salên borî de ku em xwediyê felsefe, rê û rêbaza pîroz a Barzaniyê Nemir in, ku wek bixwe jî difermê ‘Serbilindiye ji bo mirov ku xizmetkarê gelê xwe be’ û me jî kariye berdewamek bin ji vê çanda xweşik a gelê xwe û bê cudayiyên netewî û olî û kêmîneyên standartên cîhanê xizmet ji çîn û hemû tebeqeyên xelkê xwecihî, koçber û penaberan me kiriye.
Herwiha ji ber vê boneyê em spasiya karmend û xwebexşên Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî û hevbeş û piştevaniyên wan û rêxistinên me yên dost dikin ku mil bi milê hev de emê di xizmetê de jî berdewam bin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin