Pêta çiyayê La Palmayê 400 xaniyan kir weka terafê

Pêta çiyayê La Palmayê 400 xaniyan kir weka terafê

PeyamaKurd – Girava La Palma ya ku di nav grûba Giravên Kanaryayê de ye û dikeve rojavayê başûrê Îspanyayê, çiyayê li giravê yê bi navê Cumbre Viejayê ji 19 ê êlûnê û vir de ketiye nav tevgerê û teqiyaye. Lav û pêtiyên agirê wê, li der û dorê belav bûye û di nav 5 rojan de bûye sedema şewitandina 400 xaniyan.

Rêvebiriya xweser ya Giravên Kanaryayê ji ber teqîna çiyayê volkanîk ragihand ku 5.700 kes xaniyên xwe vala kirine û hewl dide ku wan bicîh bike. Rêvebir ragihandin ku niha xelk di salonên sporê de, li otêlan, li mala mirovên xwe an di erebeyên xwe de radizên û ji bo alîkariya wan wê 280 xanî bikire.

Hukumeta giravê ragihand ku wê xaniyên perfabrîk bên bikaranîn û Yekîtiya Kooperatîfan ya Netewî (UNACC) qebûl kiriye ku araziyên xwe an xaniyên bê pere dewrê hukumetê bike.

Rêvebiriya giravê hişyariyê dide xelkê û dibêje niha di tevgera lavên çiya de her çendîn teqîn dewam dike jî ,tevgera wê hêdî bûye. Lê 166 hektar arazî şewitiye, 400 hektar lê bandor bûye û li hinek ciyan bilindahiya lavan gihaye 15 metreyî. Lav, niha ji deryayê 2.5 km dûre û li hinek ciyan leza lavê li dora 4 metreyîye û dibe ku bigihê deryayê.

Çiya di dewra xwe ya teqînê de ye û dibe ku ji 24 heya 84 rojan aktîf bimîne. Li ser bûyerê Qralê Îspanyayê Felipe 6 em û qralîçe Letizia çûne La Palmayê û bi mexdûran re hevdîtin kirine û qral Felipe ê 6 em ji bo çapemeniyê weha gotiye:

"Ew tiştên me dît em heyret man û em ê vêya jibîr nekin. Ji bo jiyan normal bibe wext lazime lê wê La Palma biserbikeve. Ji bo xelkê vê derê ji xwe re jiyaneka nû ava bike, em ê bi hevre bixebitin. Ji destê me çi were em ê bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin