Rûsya: Ger Amerîka sert û mercan bicih bîne…

Rûsya: Ger Amerîka sert û mercan bicih bîne…

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov, ji bo vegera peymana korîdora dexlê ya 17ê Tîrmehê ji aliyê Rûsyayê ve dema wê nehatibû dirêjkirin ji Amerîkayê daxwaz kir, heger sozên xwe bicih bîne û şert û mercan pêk werîne dikarin ji nû ve li peymanê vegerin.

Peskov, di civîneke rojnamevanî de, bal kişand ser daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ên derbarê vegera li Peymana Korîdora Dexlê ya Derya Reş de ku gotibû, ‘heke Rûsya li peymanê vegere dê Washington ji bo hinardeya xidayên Rûsyayê her tiştî bike’ û wiha axivî:

“Ger Amerîka dixwaze mercên beşa bi Rûsyayê re pêwendîdar a peymana dexlê bicih werîne, bila soza fikirîna li ser mijarê nedin, yekser bicih bînin. Çawa ku ev bê kirin, dê derhal peyman ji nû ve bikeve meriyetê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin